
Wezîrê Derve yê Îsraîl tevî îşare bi beşdariya herî kêm a xelkê li şanoya hilbijartina serkomarê rêjîma Îranê de gotiye ku ew baykotkirine, peyameke rohn a xelkê Îranê ye ku daxwaza guherîna vê rêjîmê dikin.
“Israel Katz” Wezîrê Derve yê Îsraîl bi belavkirina peyamekê daye zanîn ku peyama xelkê Îranê li baykotkirin a şanoya hilbijartina serkomariya rêjîêma Îranê peyameke rohn a xelkê ye ku daxwaza guherîna vê rêjîmê dikin.
Navbirî tevî îşarekirin bi beşdariya herî kêm a xelkê Îranê li şanoya hilbijartinê û herwisa wateya vê baykotkirinê, bi tekezî got: “Niha dema vê yekê ye ku welatên cîhanê spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî nas bikin”.
Peyama “Israel Katz” li halekê de ye ku Yekîtiya Ewropayê û bi pêşniyar û pêdegiriya Wezîra Derve ya Alman “Annalena Baerbock” mijûlê karkirin li ser bi terorîstnasandina spaha pasdaran in.
Heta niha çendîn welatên wek Kanadayê tevî bi terorîstnasîna spaha pasdaran, bi micidî li ser terorîstbûna spaha pasdaran tekezî û pêdegirî kirine û endamên vê rêkxirava terorîstî ji welatê xwe derdixin.