Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên rêjîmê li Belûçistanê, nûgihanekî temen 16 salî li ber deriyê mala wî kuştin

12:07 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzn hov ên rêjîma Îranê li bajarê Zabolê de teqe li serê nûgihanekî temen 18 salî kirin û bi birîndarî digel xwe birin û wî nûgihanî roja piştî hingê li nexweşaneyê de canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Halveşê, roja Înê 15ê Pûşperê, nûgihanekî temen 18 salî yê bi navê “Hebîb Xofran”(Têymûrî), bi sedema teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîmê yên binavê Stada raswestan li hember madên hişber, li roja Pêncşemiyê birîndar bibû, li nexweşxaneyeke derveyî bajarê Zabolê de  canê xwe ji dest da.

Pêka vê raporê hêzên hov ên rêjîmê ji bajarê Zabolê ve lipey “Hebîb Xofran” yê kurê “Coma”, kevtibûn û ew nugihane bi maşîna xwe bo mala xwe li gundê “Serhedî” yê ser bi bajarê Zabolê vedigeriya ku hêzên hov ên rêjîmê, li dema gihîştina navbirî bi mala xwe, bê agehdarkirina berê û li ber deriyê mala wî teqe li serê wî nûgihanê Belûç kirin û navbirî bi vê birîna kûr digel xwe birin û li encam de bo nexweşxaneyê veguhastibûn ku li roja Înê 16ê Pûşperê canê xwe ji dest da.