
Binkeyeke hêzên rêjîmê li bajarê Teftanê kevte ber êrîşa çekdarên Ceyşuledilê û zêdetir ji 2 kes ji hêzên rêjîmê bûne armanc û hevdem Ceyşuledilê huşdarî da hêzên xwecihî yên ser bi rêjîma Îslamî ya Îranê.
Rêkxistina Cêşuledilê bi belavkirina daxuyaniyekê êrîşa bo ser binkeya rêjîmê li “Dêhpabîd”ê ser bi bajarê Teftanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kêşa stuyê xwe û pêka vê daqxiyaniyê ew binkeye kevtiye ber êrîşa çekdarên Ceyşuledilê û zêdetir ji 2 kes ji hêzên rêjîmê bûne armanc.
Li vê daxuyaniyê de hatiye ku yekeya nîşançiyan a hêzeke vê saziyê, bi çekên nîvegiran êrîş kirine ser vê binkeyê.
Herwisa Saziya Cêşuledilê li vê daxuyaniyê de huşdarî daye hêzên xwecihî yên ser bi rêjîma Îranê û ragihandine: “Kesên ku bi her hêcet û sedemekê tevlî yekeyên leşkerî û ewlehî yên rêjîmê bûne, agehdar bin ku bi sedema vê yekê ku bûne berevanê rêjîma sitemkar a wilayeta feqîh, bûne armanceke rewa bo hêzên vê saziyê, lewma pêketina her xisareke canî û malî bi karbidestên leşkerî, li stuyê wan bi xwe ye.
Rêjîma Îranê li birêvebirina sîstema caşayetî hewlê dide ku ji aliyek wan caşan bide kuştin û ji aliyê din ve armancên xwe yên leşkerî, siyasî û civakî bo çêkirina netifaqî û fitne û dijayetiyan li navbera xelkê û zêdekirina nearamî , bi rêya van caş û bi kirêlgirtiyan cî bi cî bike û rê bo gihîştin bi armancên xwe yên qirêj xweştir bike.