
Gemiyeke şerker a artêşa rêjîma Îranê bi sedemke nexuya û li rewşeke cihê şik û gumanê nuqum bûye û
çendîn kes ji hêzên rêjîmê birîndar bûne lê rêjîma Îranê şêwe û sedema birîndarbûna wan hêzan eşkere nekiriye .
Gemiya şerker a “Sehend” ser bi hêza derhayî ya artêşa rêjîma Îslamiya Îranê bi sedemeke ne xuya û li rewşeke cihê şik û gumanê li wêzgeha deryayî ya Benderebasê de nuqum bûye û ragihandinên ser bi rêjîmê îdia dikin ku bi sedema derzkirina avê li dema nûjenkirina beşeke vê gemiyê, ew nûqum bûye.
Artêşa rêjîma Îranê li heyama wan 5 salên derbasbûyî de 4 gemiyên şerker bi awayên wiha ji dest dane.
Gemiya şerker a “Sehend” li sala 1391 a rojî ji aliyê rêjîma Îranê ve hate berhemanîn lê heta sala 1397 her li derveyî avê bû ku li vê salê xistine nav avê û artêşa Îranê li karûbarê xwe de bi kar aniye.
Pêka hinek nûçehên xwecihî, yên piştrastnekirî, teqînek li aliyê çep ê a vê gemiyê de qewimiye ku bûye sedema nuqumbûna vê gemiyê.
Heta niha sedema nuqumbûna vê gemiyê û şêwaza birîndarbûna hêzên rêjîmê bi serastî nehatiye zanîn.