Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên rêjîma Îranê kolberek kuştin û 5 kolber jî birîndar kirin

12:10 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li devera Newsûdê de hêzên henga merzî ya rêjîmê kolberek kuştin û 4 kolberên din jî birînbdar kirin, herwisa kolberek jî li sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve hate birîndarkirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê sibêdeha roja Duşemî 18ê Pûşperê, hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê ser bi parêzgeha Kirmaşanê,  bi awayê rasterast teqe li hejmarek ji kolberan kirin ku li encam de kolberek bi navê “Eyûb Mihemedî” hate kuştin û 4 kolberên din ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn birîndar bûne û bo nexweşxaneya “Quds” a bjarê Pawê hatine veguhastin.

Heta niha li derheq rewşa tendirustiya wan birîndaran ti zanyariyek belav nebûye.

Herwisa roja Yekşemî 17ê Pûşperê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, bi awayê rasterast teqe li kolberekî xelkê bajarê Banê bi navê “Rêbwar Reşîdî” kirine ku pêyên navbirî bi dijwarî birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Hêzên henga sînorî bi awayê hovane û dûr ji hemû yasayên exlaqî û navnetewî, bi gulleyên şer û çekên curbi cur ên sivik û ninîve giran, bê agehdarkirina berê teqê li kolberan dikin û heta niha çendîn kolber bi sedema bêrêzîkirin, kutan û îşkenceyên wan hêzan bi dijwarî birîndar bûne.