
Balafirên şerker ên Artêşa Îsraîl, çendîn binke û enbarên Hizbullahê li başûrê Lubnanê kirin e armanc û herwisa navendeke avêtina rakêtan li sînorê Lubnanê teqandin, herwisa şer li Xezê de berdewam e.
Şeva derbasbûyî, balafirên şerker ên Artêşa Îsraîl li başûrê Lubnanê de çendîn binke û enbar û bînayên Hizbullaha Lubnanê kirinje armanc û teqandine lê heta niha ti amarek ji rêjeya kuştî an birîndaran û herwisa xisarêm malî yên Hizbullahê nehatine belavkirin.
Du rojan berî niha jî fermandehekî payebilind ê Hizbullahê bû armanca mûşekek a cura Hêlfayêr a dironeke Îsraîlê û li maşînê de hate kuştin.
Herwisa şer li Xezê berdewam e û hêzên Îsraîlî û bi alîkariya dironan, li devera Refehê de êrîş kirine ser milîsên Hemasê û pêka gotina çavkaniyên Îsraîlê, zêdetir ji 30 kes ji milîsên Hemasê li vê êrîşê de hatine kuştin û deriyê çendîn tunelên Hemasê jî hatine peydakirin ku tejî çek û cebilxane bûne.
Herwisa li 24 demjimêrên roja Yekşemiyê de dironên Îsraîlî, binkeyên avêtina rakêtan li bajarê Xanyûnis û bajarê Xezê, teqandine û li devera “Şecî`iyê” de jî artêşa Îsraîl yekeya avêtin “RPG”ku zêdetir ji 10 milîsan tê de bûne, li êrîşekê de kuştine û dironan bi berdewamî milîsên Hemasê li vê şevê de kirine armanc.