
Malnişînkiriyên dabînkirina civakî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kombûnên nerizayetî lidar xistin û herwisa malnişînkiriyên şirketa Heft Tepe, jî kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.
Roja Yekşemî 17ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê, malnişînkiriyên dabînkirina civakî li bajarê Kirmaşanê li rûberûyê îdareya dabînkirina civakî li wî bajarê de kombûna nerizayetî lidar xistin û tevî dubarekirina daxwaziyên xwe yên berê, dirûşmên wek “bilindbûna nirxan û enflasiyon belayê canê xelkê ye, mamostayên binçavkirî divê bêne azadkirin, hem meclis hem dewlet dervean li xelkê dikin, kedkarên binçavkirî divê bêne azadkirin û cendîn cure dirûşmên din” dan.
Herwisa malişînkiriyên dabînkirina civakî li bajarê Têhranê li rûberûyê bînaya vê îdareyê de kombûna nerizayetiya xwe li derheq cudatiya heqdestên li navbera jin û mêrên malnişînkirî, dane xuya û dirûşmên wek “jin û mêr vek hev in xwediyê yekîtî û berxwedan in ” û “mafê me li ser şeqaman dê bi dest ve bê” dan.
Herwisa malnişînkiriyên şirketa Nêşiker a heft Tepê li derheq binçavkirin û sepandina sizayê bidarvekirinê bi ser “Şerîfe Mihemedî”, nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaza azadkirina vê çalakvana kedkariyê kirin û herwisa daxwaziyên xwe li derheq heqdest û rewşa jiyana xwe dubare kirin û herwisa dirûşma “bimre koletî, bijî jiyan” dan.