Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê destpêkirina danûstandinên navkî digel Îranê red kir

11:24 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2024

Koşka Sipî ragihandiye ku piştî hilbijartina Mesûd Pizîşkiyan wek serkomarê nû, ti hêvîyek bo guherîna reftara rêjîma Îslamiya Îranê nîne û ev rêjîme, hêj piştevanî li girûpên terorîstî dike.

Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Koşka Sipî “Can Kêrbî” li roja Dûşemî 18ê Pûşperê li civîneke Rojnamevaniyî de tevî îşarekirin bi hilbjatina Mesûd Pizîşkiyan wek serkomarê nû yê rêjîma Îranê got:” divê em mêze bikin ku ew kese dê çi karekî bike, lê me ti hêviyek bo guherîn li reftara Îranê de nîne.

Herwisa navbirî  ragihand ku rêjîma Îranê hêj ji girûpên terorîstî ên wek Hizbullah, Hemas û Hûsiyên Yemenê piştevaniyê dike û diron û pisporên dironan bo Rûsiyê dişîne ku li şerê digel Ukrayênê de têne bikaranîn û bi alîkarîdanên wiha, Rûsiye wek roja derbasbûyî, xelkê medenî li Ukraynê de dikuje.

Li rêjîma Îranê de wilayeta feqîh ku niha Elî Xamineyî ye, tevahiya desthilat û şiyana biryardanên girîng û dariştina siyasetên navxwe û derve, qurix kiriye û serkomar an her berpirseke dezgehên rêjîmê jî şiyana biyardanê nîne û bi tenê fermanên wilayeta feqîh bi rê ve dibin.

Lewma ti alî an welatekê ti hêviyek bi guherîn li Îranê bi hatinaserkar a serkomar an berpirsekî din nîne.