Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 35emîn salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo” simînarek li Amerîka bo rêzdar “Xalid Ezîzî” hate pêkanîn

11:27 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 17ê Pûşperê, bi hilkefta 35emîn salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, semînarek li Vîrcîniyaya Amerîkayê bo rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi rê ve ço.

Semînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Kurdistanê, dest pêkir.

Rehîm Reşîdî, birêveberê vê semînarê bixêrhatin li rêzdar “Xalid Ezîzî” û nûnerên rêkxirav û hizbên Kurdistanî û mîvana kir ku beşdarê vê semînarê bibûn.

Piştre rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hûrî bas ji kesayetiya Şehîd “Dr. Qasimlo” û durdîtinî û têgihîştina wî li zanista siyasî û şêwaza siyasetkirina wî rêberê netewî kir û piştre îşare bi têgihîştina rêberê me yê zana li warê dîplomasiyê ve kir û bas ji vê yekê kir ku “Dr. Qasimlo” bername hebû ku li ser daxwaza çendîn senatorên Amerîkayê, serdana wî welatî bike ku mixabin rêjîma terorîstiya Îranê, ew derfeta neda û ew rêberê mezin teror kir.

Li beşa Duyem a wê simînarê de, rêzdar “Xalid Ezîzî” gotarek li derheq şoreşa “Jîna” û givaşên komara Îslamî bo ser xelkê Kurdistanê û mûşekbarana hizbê kir û ew helwîstên komara Îslamî bi sedema xoşewîstbûna Hizba Dêmokrat û rêberê mezinê me “Dr. Qasimlo” û hişariya netewî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê da zanîn û îşare kir ku xelkê kurdistanê ti demekê bo bidestveanîna mafê xwe, teslîmê rêjîma kevneperest a Îranê nebûne.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” li dawiya axaftinên xwe de got: “Me wek Hizba Dêmokrat, soz daye ku li ti rewşekê de hizir ji cudabûnê nekin û yekîtî û vekheviya vê Hizbê biparêzin.

Li vê semînarê de ew aliyane beşdar bûn:

Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê, nûneratiya Amerîka

Kongireya Netewên Îrana Federal, komîteya Amerîka

Rêkxirava 11ê Eylûl, taya heft a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li Amerîka û Kanada

Komîteya rêkxistina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Amerîka

Encumena Sûriyaya Dêmokratîk, nûneratiya Amerîka

Nîneratiya Konfedrasiyona Rewenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê