Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Cawîd Rehman”: Pizîşkiyan nikare erwşa mafê mirov li Îranê baştir bike

11:30 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2024

“Cawîd Rehman” Rêportêrê Taybet ê Saziya mafê mirov a Netewên Yekgirtî li Karûbarên Mafê Mirov li Îranê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Iran International”ê de ragihand ku bi sedema seqetiya sîstematîk li sîstema dadweriya komara Îslamî, ti îmkanek çinîne ku serkomar li Îranê de bikare guhertinê bike ku bikare rewşa mafê mirov li Îranê de baştir bike.

Herwisa navbirî bi tekezî gotiye: “Ji destpêka şorteşa li Îranê ve, pirsên sîtematîk ên taybet hene û li çarçoveya yasaya bingehîn de hemû hêz li destê weliyê feqîh de kom bûye û ev yeka bûye sedema serbixwenebûna dezgeha dad.

Herwisa “Cawîd Rehman” tevî tekezî li ser vê yekê ku xelkê Îranê divê mafê desthilatdariya demokratîk ku 45 sal e jê bêpar in, bi dest xwe ve bînin, got: “Hewcehî bi rêform li çarçoveya yasaya bingehîn de heye”.

Gotinên wî nûnerê saziya Netwên Yekgirtî li halekê de ye ku li yasaya bingehîn ya rêjîma Îslamî de ti derfeteke binayetî bo reformê nîne û divê ew rêjîm û yasaya bingehîne wê rêjîmê bi tevavî biguhere, neku ti îmkaneke reformê ne li dîtingeh, hizrîn û siyaseta vê rêjîmê û ne li binyata vê rêjîma dîktator nîne.