Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê Hêrsînê bidar vekir

11:33 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2024

Ciwanekî xelkê bajarê “Hêrsîn”ê li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hate bidarvekirin, ew girtiye derdora 3 sal û nîv bû ku li girtîgeha rêjîmê de bû.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, “Mucteba Keremî” ê temen 28 salî, xelkê bajarê Hêrsînê ser bi bajarê Kirmaşanê derdora 3 sal û nîv berî niha ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibû girtin û piştre, dadgeha rêjîmê bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizayê bidarvekirinê bi ser de sepand û li girtîgeha Adilabad a rêjîmê de li bajarê Şîrazê hatibû ragirtin.

Sizaya bidarvekirina wî ciwanê xelkê bajarê Hêrsînê, li sibêdeha roja Yekşemî 17ê Pûşperê li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hate cîbicîkirin.

Pêka rapora Kurdpa yê, rêûresma bi axspartina “Mucteba Kremî”, dê roja Sêşemî 19ê Pûşperê li bajarê Hêrsênê de bi rêve here.

Heta belavbûna vê nûçeyê, bidarvekirina wî ciwanî ji aliyê çavkaniyên fermî an ragihandinên navxweyî yên rêjîmê ve, nehatiye belavkirin.