Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reuters: “Rêjîma Îranê mijûlê berfirehtirkirin a berhemanîna mûşekan e”

11:40 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê mijûlê geşedan û berfirehtirkirin a bernameya berhemanîn a mûşekên balistîkî ye û nûçegihaniya “Reuters”ê belgeyên vê beranmeya rêjîmê li ber dest hene.

Nûçegihaniya “Reuters” bi belavkirina raporekê û pêka belgeyan û wêneyên esmanî ji cehda rêjîma Îranê bo geşedan bi 2 navendên berhemanîna mûşekên balistîkî li Îranê, eşkere kir û “Reuters”ê belav kiriye ku 3 berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê ku navê van belav nekirine, ev yeka piştrast kirine.

Pêka van belgeyan, rêjîma Îranê pêka girêbesta digel Rûsiyê li sala 2022, mûşekên hewce bo Rûsiyê bo şer digel Ukraynê dabîn dike û ji vê demê ve geşê bi beranmeya mûşekî li warê rêje û berfirehtirkirina binkeyên berhemanîna mûşekan daye.

Herwisa li vê raporê de îşare bi dana mûşekan ji aliyê rêjîma Îranê bi milîsen ser bi rêjîma Îranê bi taybet Hizbullah û Hûsiyan jî kiriye. 

Pêka belgeyên Reutersê ku bi rêya mahwareya “Pilanêt labs” a Amerîkayê bi dest ve hatine, li binkeya leşkeriya “Moderis” û yekeya berhemanîna mûşekan a “ Xocîr”ê li nêzî bajarê Têhranê, zêdetir ji 30 bînayên nû hatine avakirin ku dora wan bi axrêjan hatine bilindkirin.