
Li devedevê 22ê Pûşperê, 35emîn salvegera terorkirina rêberê zana “Dr. Qasimlo” ji aliyê dîplomat-terorîstên rêjîma Îranê li bajarê Viyenê, çalakiyên teblîxî bi vê hilkeftê li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê de berdewam in.
Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li halekê de ku hêzên ewlehî asta kontrol û çavdêriya xwe li dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir kirinê, çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar dixin û tevî birêvebirina wan çalakiyan, soza xwe digel rêbaza “Dr. Qasimlo” nû dikin.
Xebatkarên dêmokrat û evîndarên rêbaza Qasimlo, li devera Mirgevera a Urmiyê de bi avayekî berfire karê teblîxî encam dan û wêne û postêr û tiraktên taybet bi 22 yê Pûşperê li ser der û dîvar û tabloyên ser rêkan dan.
Endamên têkoşer û bivêr ên Hizba dêmokrat li rêya kemerbendiya “Konexan”ê de li bajarê pîranşarê, alaya pîroz a Kurdistanê bilind kirin û herwisa li rêya “Peswe-Mihabad”ê û herwisa rêya “Cîgcîngê” de poster û traktên taybet belav kirine.
Li devera Çemê Mecîdxan de endamên têkoşer ên Dêmokrat, alaya Kurdistanê li ber deriyê mizgevta “Qarince”ya mezin bilind kirin û hevdem soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Li bajarê Sinê de jî endamên têkoşer ên Dêmokrat bi awayekî berfireh poster û traktên taybet bi 22 ê Pûpşerê li kolan û şeqamên wî bajarê de belav kirin.
Herwisa li bajrê Xelîfanê ser bo bajarê Mihabadê de jî endam û alîgirên bivêr ên Hizba Dêmokrat li ser şeqam û kolanên wî bajarî trakt û posterên taybet bi 22ê Pûşperê belav kirin.
Li devera “Serdoş”ê ser bi bajarê Merîwanê de jî endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat bi belavkirin trakt û wêneyên Dr. Qasimlo û danîna axabaniyan , yada wî şehîdê mezin ê gelkê Kurd bi bilind ragirtin û çalakiya banghîjî bi rê ve birin.
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat, tevî birêvebirina wan çalakiyan û nûkirina soza xwe digel rêbaza Şehîd “Dr. Qasimlo”, bi tekezî ragihandin ku amadeyê birêvebirina her erkek hizbî li her rewşekê de ne.