Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst bi awayekî hovane û bi çekên doşka û RPG, êrîş kire ser kasibkaran

12:17 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzîn hov ên spaha pasdaran a terorîst li bajarê Şinoyê de bi çekên wek RPG, Doşka, Xompare û Narincekan, êrîşkirine ser cihê mana kasibkaran ku çendîn kuştî û birîndar li pey xwe anîn.

Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja Sêşemî 19ê Pûşperê, hêzên spaha pasdaran a terorîst li gundê “Tajanderê”, ser bi bajarê Şinoyê, bi çekên wek RPG, Doşka, Xompare û Narincekan, êrîşkirine ser cihê mana kasibkaran, lê nekarîne ti kesekê binçav bikin û piştre cihê mana wan kasibkaran kirine armanc ku şer û pevçon qewimî, li encam de çendîn kes hatine kuştin an birîndarkirin.

Heta niha ti amareke serast ji kuştî û birîndarên vê êrîşa spaha pasdaran a terorîst belav nebûye lê pêka hinek zanyariyên, yek ji kasibkaran ê bi navê “Ramîn Muradî” naskirî bi “Ramîn Şkak” li wî şerî de hatiye kuştin û kasibkarekî din ê bi navê “Serdar Omerzade” birîndar bûye û kasibkarî din jî kariye xwe rizgar bike.

Pêka hinek zanyariyan ku hêj Kurdpayê piştrast nekirine, kasibkaran bo berevanî ji canê xwe li hember hêzên spaha pasdaran a terorîst de sekinîne ku 8 kes ji hêzên spaha pasdaran a terorîst birîndar kirine.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên rêjîmê êrîşkirine ser gundê “Tajanderê” û kontrola tevave gund girtine destê xwe û ew rewşe ji şevê heta roja din berdewam bûye.

Cihê ku hêzên spaha pasdaran a terorîst êrîşkirine ser, cihê mana kasibkaran û xwediyê ajelan e ku çendîn ode hene û milkê kesekî, xelkê gundê “Tajanderê” yê bi navê “Luqman Resûltaş” e ku piştî şer bo navendên ewlehî hatiye banghêjkirin.

Pêka gotina hinek çavkaniyan, armanca hêzên spaha pasdaran a terorîst ji vê êrîşê, dest danîn bi ser ajelên xelkê û kasibkaran e û hinek çavkaniyan jî bo hêcetanîn û perdepoşkirina armanca wan hêzan ji vê kiryara hovane û dûr ji hemû exlaqên mirovî, dengo belav kirine ku ew êrîşe bi sedema hebûna hêzên Hizbên kurdî li wir bûye.