Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mixabin Emîr Xeyatî Kurê Şehîd Muhendis Riza Xeyatî xelkê bajarê Urmiyê li welatê Alman koça dawî kir

12:14 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2024

Mixabin êwra roja Sêşemî 9ê July, hevalê xoşewîst “Emîr Xeyatî” endamê têkoşerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê piştî heyamekê berxwedan digel nexweşiyê, li yek ji nexweşxaneyên welatê alman de koça dawiyê kir û xatrê xwe ji malbat û heval hevçeper û Hizba xwe xwast.

Kak “Emir Xeyatî” kurê  şehîd  Muhendis “Riza Xeyatî”, ê têkoşerê dêrîn û kadrê bi wec ê Hizba Dêmokrat, yek ji avakerê “Radio Dengê Kurdistana Îranê” bû ku di esla xwe de ji malbatekî Azerî û azadîxwaz û bawirmend bi xebata netewî ya gelê Kurd, ji dayîk bû. Xwedêjêrazî “Emîr Xeyatî” bi sedema xebata siyasiya Muhendis “Riza Xeyatî” di nava Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de, beşeke zêde ji temenê xwe bi dûrî û bêparbûn ji seh û dilsoziya bavê xwe derbas kir.

Sala 1374 a Rojî û li jêr givaşa rêjîma tepeserkar a Îslamî, “Emîr Xeyatî” digel hevjîna xwe xatûn “Îlkam Çayçî”, bajarê Urmiyê bi cih hiştin û bo hertim rû bi binkeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kirin û wek pêşmergeyekî mandînenas, li refên vê hizbê de xebat û tekoşîna xwe berdewam kirin.

Xwedêjêrazî “Emîr” bo heyameke zêde, wek pêşmergeyekî Hizba Dêmokrat li beşa perwerde, beşa ragihandin û TishkTV de tekoşîna xwe berdewam kir û bi lêhatîbûna xwe wekî berpirsê beşa “IT” li ragihandina Hizbê de xebat kir.

Sala 2017 a Zayînî, xwedêjêrazî “Emîr” û malbata wî rû bi derveyî welat kirin û li welatê alman de akincî bûn, lê mixabin nexweşî û alozbûna rewşa tendirustiya wî bû gef li ser canê wî û li 9ê July 2024 de koça dawiyê dike.

Kumîta Hizba Dêmokrat bi belavkirina daxuyaniyekê tev ragihandina hevxemiya xwe digel malbata Xeyatî, Hevdem endam û alîgirên Hizbê li welatê Alman de agehdar dike ku li demeke nêzîk de dê li derheq rêûresma bi axspartina termê xwedêjîrazî Emîr Xeyatî, zanyariypên zêdetir belaw bikin

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî ragihandina hevxemiya xwe li derheq koça dawiya endamê têkoşer ê Hizba Dêmokrat, xwe bi hevparê xema malbata rêzdar a Xeyatî û bi atybet “Îlham Çayçî” ya hevjîna xwedêjêrazî Emîr, û keça wî “Nîlsû Xeyatî” dizane.

Riha Kak Emîr Xeyatî şad û serê malbat û kes û karên wî sax be.