Rêjîma Îranê, bi sedema nebûna berqa hewce bo xelkê Îranê, li 13 parêzgehan de li roja Pêncşemî 21ê Pûşperê, teitîla fermî ragihandiye ku bikare bi wî awayê beşek ji berqa hewce bo parêzgehên din dabîn bike. Ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê berqê bi welatên derdor difroşe û xelkê xwe jê bêpar dike.
Siyaseta çewt û neşiyan li dabeşkirina berqa hewce bo xelkê, bûye sedem ku teitîla fermî li parzêgehên “Simnan, Zencan, Sîstan û Belûçistan, Çarmihal û Bextiyarî, Kirman, Xurasana Başûrê û Luristan”ê de bê ragihandin.
Pêka rapora “ISNA” a ser bi rêjîmê, daxwaziya berqê li Îranê gihîştiye 77 hezar mêgabaytan û bi berçavgirtina pileyên bilind ên germayê û egera zêdebûna vê, renge daxwazî bo berqê li Îranê ji vê rêjeyê jî zêdetir bibe.
Li halekê de ku rêjîma Îranê şiyana dabînkirina berqa hewce bo xelkê Îranê nîne, qutbûna berqê bi awayê demdirêj bûye sedema sekinîna gelek ji karên kargeh û kompaniyan û li encam de dibe sedema xisarên micid ên malî bi taybet li warê, berhemanîna xwarinan, werzêrî, pîşe û tendirûstiyê.
Rêjîma Îranê ti bernameyeke serast bo dabînkirina berqa hewce bo xelkê Îranê nîne.