
Li heyva Cozerdan û Pûşperê de bilindtirîn nirxa enflasiyon li beşa xwarinan de hebûye û nirxa Êmîş bi qasekî bilind bûye ku qata hejar bi taybet kedkar êdî nikarin ti meyweyekê bo malbata xwe bikirn.
Bi sedema bilindbûna nirxa enflasiyon û nirxa xwarinan, xelkê Îranê ku piranî hejar in û beşa herî zêde ji hejaran, li jêr hêla hejariya tevav de ne, êdî nikarin xwarinên hewce bikirin.
Pêka rapora “ILNA”yê nirxa enflasiyon li beşa meyveyan, li heyva cozerdanê de %30 bûye û li heyva Pûşperê de nirxa enflasiyon hêj bilindtir bûye.
Li halekê de ku kedkarek bi tevahiya heqdesta xwe ya rojane nikare 2 kîlo meyveyan bikire, li parêzgehên wek Sinê de li her heftiyekê de renge kedkar bikare bi tenê 2 rojan kar peyda bike.