
Artêşa Îsraîl li roja Çarşemiyê bi xelkê bajarê Xezê ragihand ku divê bi tevahî û lezgînî ji bajar derkevin, ew yeka li halekê de ye ku danûstandinên sekinandina şerê li navbera Îsraîl û Hemasê li bajarê “Dohê” de bi rêve diçe û hevdem “Binyamîn Netanyaho” yê Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihandiye, heta demekê ku hêlên sor ên Îsraîlê bêne parastin, dê pêbendê agirbestê be.
Îsraîlê ragihandiye ku bajarê Xezê, devedevê guherîn bi devereke metirsîdar a şer e û divê xelkê bajarê Xezê, ji bajar derkevin û bi vê armancê, rêya ewleh a derketina ji bajar jî bo wan diyarî kiriye.
Herwisa êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Hizbullaha Lubnanê berdewam in û balafirên şerker ên wî welatî li devera “Centa” li 75 kîlomertriya bajarê Beyrûtê de armenceke leşkerî ya Hizbullahê teqandin.
Herwisa Berdevkê Artêşa Îsraîl daye zanîn ku binke û navendeke sîstema berevaniya Hizbullahê û herwisa mûşekên vê sîstemê, li devera nêzî sînorê Sûriye û Lubnanê li êrîşeke esmanî de teqandine.