Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê binçav kirin

12:39 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Pîranşarê de mamostayekî malnişînkirî binçav kirin û herwisa welatiyekî din ê bi navê “Omîd Ehmedî” bi sedemeke nexuya li dadgeha rêjîmê li wî bajarî de hate binçavkirin

Pêka rapora Kurdpayê, Roja Sêşemî 19ê Pûşperê, “Îsmaîl Meirûfî” mamostayê malnişînkirî yê xelkê bajarê Pîranşarê ku heyama 30 salan mamostayê xwendingehên bajarê Pîranşarê bûye, li encama êrîşa hovane ya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala wî, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin,

Hêzên hov û dije mirov ên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina wî mamostayî de bi tundûtîjî û bêrêzîkirin ew binçav kirine û hevdem mala wî jî vekolîne û dest bi ser mobayla wî de jî girtine.

Herwisa li vê rojê de welatiyekî din ê bi navê “Omîd Ehmedî”, kurê “Mihemed” ê xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedemeke nexuya bo dadgeha rêjîmê li wî bajarê de hate gazîkirin û piştî serdana wî bo dadgehê hate binçavkirin û bi armanca lêpirsînan bo girtîgeheke Îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Heta niha sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan wan 2 welatiyên Kurd ti zanyariyek li ber dest nîne.