Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnertîya Meclîsa Dervayî Welat ya “PSK” bi hilkefta salvegera şehîdbûna “Dr. Qasimlo” daxuyaniyek belav kir.

16:19 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2024

Bi hilkefta 35emîn salvegera terorkirina rêberê zana yê gelê Kurd şehîd “Dr. Qasimlo” ji aliyê dîplomat-terorîstên rêjîma Îranê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Jİ BO RAYA GİŞTÎ A WELAT PARÊZ

 

Kurdistanîyên hêja, Xwişk û birayên welat parêz;

Heval û dostên bi rûmet;

 

Em  miletekî bin dest, welatê  wî perçekirî, dîroka tekoşîna wî bi xwînîyê. Êş elem,katlîam û talan,  koç û koçberî, heps û zindan, rengê jîyana me ye.

 

Bê gûman li rûyê vê  erdê tu  kesekî  jîyanekî  bi vî rengî  ne razîye. Ji bo kû  rengê  jîyanê  were  gûhartin, ji bo kû gel  li ser axa xwe, azad  û  serbest  bijî, bê gûman tekoşînekî bê hempa  pêvîstbûn û pêvîste.

 

 Di nav  civata Kurd de kesên  zana, ronakbîr, şoreşger û xwedî  wijdan li hember zilm û zordarîya dagirkeran bêdeng neman. Wan Kesên jîr û zana li hember  civata xwe, li hember  milletê xwe,  xwe berpirsîyar dîtin û ketin nav  tekoşînê.

 

Gel bi rêxistin kirin, riya  rizgarîyê nîşandan. Agirê  azadî û  serbestîyê di nav dilê gel de  geş kirin,  doz  roj bi roj bilind bû, û bilindtir dibe. Li hember hemû astengan, û zordarîya dagirkeran tekoşêrên Kurd, dest  ji vê  dozê  bernedan û bernadin.

Dost û hevalên delal:

Di nav civata Kurd de, ji van ronakbîr, zana, şoreşger û rêberê gelê Kurd yek jî Dr. Abdulrahman Qasimlo bûn.

 

Dr. Qasimlo, li Rojhilatê Kurdistanê berpirsayetî û rêberiya şoreşê dikir. Li hêlek li hember  rejîma xwînxawar a cumhurîya îslamî a îranê  şeref û hesayeta gelê  kurd  diparastin, li hêla  din,  heta  jê  dihatin dixwest,  pirsgirêka Kurd û kurdistanê  bi rîya  dîalog, û aşîtîxwazane  were  çareserkirin.

Dr. Qasimlo, 35 sal berî niha ji bo çareserîya  pirsa Kurd, li bajarê Vîyana  bi karbidestên Rejîma îranê re runişt. Armanc ew bû ku  pirsgirêk bi rîya  hevdîtinan, bi guftugo, anku bi rîya  dîalog û  aşîtîxwazane  were çareserkirin.

 

Lê  dijminê dagirker û bêbext, Dr Qasimlo û du hêvalên  wî bi namerdî  li ser masê dîalogê şehîd kirin. Li ser şehîd bûna wî azadîxwazî. aşîtîxwaz  û mêrxasî  35 sal derbas bûye.

PDKI sebaret 35 salîya şehîd kirina Dr. Qasimlo û hevalên  wî , roja 13.07.2024   de, Li Peytextê Alman Bajarê Berlîn û  Frankfurtê xwepênîşandanekî bîranînê li dardixe.

 

Em wek PSK- Meclîsa Dervayî  Welat,  banga me ji bo raya giştî a welat parêz eve; li van her du bajarên kû  PDK-Î li dijî Rejîma xwinxwar a îranê û ji bo bîranîna Şehîdê  navdar Dr. QASIMLO  xwepênîşan li darxistîye. Hêvîya me ewe , gelê me, birayên xwe yên Rojhelat bi tenê nehêlin û beşdarîya xwepênîşandan bibin.

Dost û hevalên hêja; Li hember zordarên Kurdistanê bê deng nebe. Roja 13.07.2024 de beşdarê xwepênîşandana li Berlîn û Frankfurtê bibe.

 

PSK- Nûnertîya Meclîsa Dervayî Welat