Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bo bilindragirtina yada Şehîd “Dr. Qasimlo” berdewam in

16:23 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li 35emîn salvegera terorkirina rêberê zana “Dr. Qasimlo” ji aliyê dîplomat-terorîstên rêjîma Îranê li bajarê Viyenê, çalakiyên teblîxî bi vê hilkeftê li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê de berdewam in.

Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li halekê de ku hêzên ewlehî asta kontrol û çavdêriya xwe li dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir kirinê, çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar dixin û tevî birêvebirina wan çalakiyan, soza xwe digel rêbaza “Dr. Qasimlo” nû dikin.

Li bajarê Nexedê de endam û alîgirên hizba Dêmolkrat bi belavkirina wêne û posterên “Dr. Qasimlo” û herwisa danîna wan wêne û posterên“Dr. Qasimlo” û alaya Kurdistanê li ser tirba “Mihermed Ewraz ê çiyagerê binavbangê kurd yada Şehîd “Dr. Qasimlo” bi bilind ragirtin.

Li şeva 22ê Pûşperê de jî careke din endamê têkoşer ên Hizba Dêmokrat li bajarê Pîranşarê li gundên “Kelekîn, Bindirê, Delawan û taxa Temîn Ictimaî ya wê bajarê de wêne û posterên “Dr. Qasimlo” hatine belavkirin.

Herwisa li bajarê Mihabadê de jî li gundê Kosekerêzê wêne û posterên “Dr. Qasimlo” hatine belavkirin û alaya Kurdistanê ji aliyê endamên têkoşer ên hizba Dêmokrat ve hate bilindkirin.

Herwisa li vê şevê de alaya Kiurdistanê li şeqama Mecbûrava a bajarê Bokanê de hate bilindkirin.