Rêjîma Îranê cezaya girtîgehê bi ser 4 çalakvanên sendîkaya Mamostayên Kurdistanê li bajarê Merîwanê de sepand.
Dadgeha înqilab a rêjîma Îranê li bajarê Merîwan bi tohmeta “propaganda li dijî rêjîmê” cezayê girtîgehê bi ser 4 çalakvanên sendîkaya mamostayan ên li bajarê Merîwanê yên bi navên “Tehsîn Mistefa, Şîwan Silêmanî, Aram Qadirî û Aram Mihemedî de sepand.
Pêka rapora Sendîkaya Mamostayan, bi ser her yek ji wan mamostayan de 4 heyv girtîgeh hatiye sepandin û bo givaşxistina zêdetir bi ser vê sendêkaya mamostayên Kurdistanê, sizayê sepandî bi ser wan mamostayan, bi girtîgeha ragirtî heta 2 salan, guherî ye.
Binçavkirin, sepandina siza û herwisa tohmetlêdan bi mamostayan , yek ji rêkarên qirêj ên rêjîmê bo fetisandina dengê mafxwazî û azadîxwaziya mamsotayan e.
Pêka raporên belavbûyî, dadgehê bi tenê raporeke îdareya îtilaata rêjîmê wek belge bo sizakirina wan mamostayan bi kar aniye û dadgeha înqilab a rêjîmê, ti belgeyeke serast bo sepandina vê sizayê nebûye.