Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn deverên Rojhilatê Kurdistanê de agir bi daristanan kevtiye

12:06 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li Parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiye, agir li sirûşta Kurdistanê kevtiye û li çendîn  deveran de çêrîngeh û daristan şewitîne û zêdebarî cehda xelkê wan deveran li hinek cihan agir hêj nehatiye temirandin.

Li Bajarê Merîwanê ser bi parêzgeha Sinê, agirpêketineke berfireh li daristanên “Nawtaq Komasî”  de qewimiye û hejamreke zêde ji çêrîngeh û daristanê vê deverê şewitîne û heta demjimêrên sibêdeha roja Şemî 23ê Pûşperê jî agir her berdewam bûye lê bi hewla endamên Encumena Keska Çiya ya bajarê Merîwanê û herwisa xelkê deverê û jingehparêzan, cehd tête kirin ku agir bête temirandin.

Herwisa li parêzgeha Kirmaşanê de li devera Dalaho, û herwisa çiyayên derdora  bajarê Giyelanê de agirpêketinên berfireh qewimine û çendîn tîmên jîngehparêzan û kesên xwebexş cehd kirine ku wî agirî bitemirînên lê heta niha nekarîne agir bi tavahî bitemirînin û li hinek cihan de agir berfirehtir bûye.

Herwisa li gundê “Jarava”yê ser bi bajarê Urmiyê, beşek ji jîngeh û zewiyên xelkê bi sedema agirpêketinê şevitîne û tevî ku agir hatiye temirandin lê xisarên malî bi xelkê deverê û herwisa xwezaya vê deverê kevtiye.