Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li de çendîn welatî binaçv kirin

12:12 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Mihabadê de 3 welatiyên Kurd binçav kirin û bo ciheke nexuya veguihastine û li bajarê Pîranşarê de jî welatiyek binçav kirine.

Pêka raporên belavbîyê roja Pêncşemî 21ê Pûşperê hêzên dijî mirov ên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst, welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Elî Daniş”li bajarê Mihabadê de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Herwisa hêzên hov ên îtilaat a spaha pasdaran li roja Çarşemî 20ê Pûşperê welatiyekî xelkê Mihabadê yê bi navê “Qasim Çomelanî” li dema zivirîn ji Bokanê bo Mihabadê, li nêzî bajarê Mihabadê li “Kilkê Begzadigan” de binçav kirin û bo ciheke nexuya vegihastin.

Herwisa li vê rojê de hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de ciwanekî Kurd ê bi navê “Mihemedriza Qeyteranî” binçav kirin; Navbirî li şoreşa Jînayê de heyamê 3 heyvan ji aliyê hêzên hov ên ewlehiya rêjîmê ve hatibû binçavkirin.

Li vê derheqê de roja Sêşemî 19ê Pûşperê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Pîranşarê, welatiyek ê bi navê “Mihemedxalid Resûlzade” xelkê gundê “Bendere” binçav kirin û piştre êrîş kirine ser mala wî û hejamrek ji alavên wî yên kesîn, digel xwe birin

Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û herwisa cihê ragirtina wan welatiyan, ti zanyariyek li berdest nîne.