Artêşa Îsraîl ragihand ku bi hevkariya Saziya Ewlehiya Îsraîlê “Şîn Bêt” fermandeyekî Hemasê li Xezê de kuşt.
Cihgirê fermandeyê hêza Şece`iye ya Hemasê bi navê “Îman Şewîdeh” ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve li Xezê de hate kuştin û pêka gotina çavkaniyên Îsraîlî, kuştina wî milîsê ser bi rêjîma Îranê bi hevkariya Saziya Ewlehiya Îsraîlê “Şîn Bêt”ê ve hatiye kirin.
Pêka gotina çavkaniyên Îsraîlî, “Îman Şewîdeh” yek ji berpirsên payebilind ê stada operasiyonên Hemasê bû ku li cinayeta hovaneya Hemasê li 7ê Octoberê de rol hebûye.
Li halekê de ku Îsraîl û Hemasê daxwaziya xwe bo agirbestê dane xuya, lê şer her berdewam e û pêka gotina çavkaniyên Îsraîlî, piştî agirbestê û sekinandina teva a şer, hêzên Îsraîlî dê li pey kuştina fermandeyên Hemasê bin.