Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Qasimlo li rêbaza xwe de zindî ye”

01:48 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 35emîn salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevrêyên wî, li rûpela xwe ya tora civakiya “X” de tevî emegnasî bo canê paqijê Şahîdan, rêjîma Îranê şermezar kir.

Rêzdar Mistefa Hicrî nivîsandiye: “Îro 13 July, 35emîn salvegewra şehîdbûna “Dr. Qasimlo” û hevrêyên wî, “Ebdulla Qadirîazer” û Dr. “Fazil Resûl” e. li vê hilkeftê de careke din em emegnasiya xwe bo canê paqijê şehîdên Viyenê, dubare dikin. Nefret û şermezarî bo rêjîma terorîstî ya komara Îslamiya Îranê”.

35 salan berî niha û li roja 22ê Pûşpera 1368 a Rojî, beranber bi 13ê July 1989 a Zayînî, “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, yek ji rêberên navdarê tevgera siyasiya Kurd û Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li ser masê danûstandin digel dîplomat-terorîstên komara Îslamiya Îranê li bajarê Viyenê, paytexta welatê Otrîşê, digel 2 kes ji hevrêyên xwe, kevtine berdestdirêjiyê û hatine terorkirin.

Terorkirina hikûmî ya “Dr. Qasimlo” bi destê komara Îslamiya Îranê, yek ji wan bûyeran e ku bi derbasbûna salan, herwisa zêdetir ji berê, çav lê têkirin û tevî axaftinên dehan kes ji kesayetiyan li ser dosyeya “Dr. Qasimlo”, Rêkxirava Aşitî daxwaziya xwe bo dubarevekirine dosyeya terorkirina “Dr. Qasimlo” bi komkirina zêdetir ji 3 hezar wajoyan, pêşkêşî parlemana Swîsê kir.