Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiya kedkarên pîşeya nefta Îranê berdewam e

10:59 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

24 roj e ku kombûnên nerizayetî ya 24 hezar kedkarên girêbestkar ên projeyên pîşeya nefta Îranê berdewam e.

Şêwreya Rêkxistina Nerizayetiyan a Kedkarên Girêbestkar a Pîşeya Neftê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku kombûnên nerizayetî ya 24 hezar kedkarên girêbestkar ên projeyên pîşeya neftê li 123 kompaniyên neft û gaza Îranê berdewam in.

Herwisa li vê daxuyaniyê de ku li roja Înê 22ê Pûşperê belav bûye, tevî îşarekirin bi vê yekê ku nerizayetiya wan kedkaran 24 roj e ku berdewam e, tekezî kirine ku kedkar bi “awayê yekgirtî û seranserî” kombûnên xwe yên nerizayetiyê dê berdewam bikin.

Herwisa li vê daxuyaniyê de tevî îşarenekirin bi hûrdekariyan, hatiye ragihandin ku “xwedî pirojeyan û berpirs û kompaniyayan” li hember nerizayetiya kedkaran de dest bi hemû cure fitneyekê birine, lê ser nekevtine”.

Li vê daxuyaniyê de îşare bi 3 daxwaziyên lezgîn ên kedkaran ên wek “zêdekirina heqdestan, 14 roj kar li hember 14 roj bêhnvedan û herwisa nemana girêbestkaran” kiriye.