Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkevta 35 emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo, li çendîn wlelatan de merasim bi rê ve çom

11:01 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Şemiyê 13 Tîrmeha 2024 an, bi beşdariya rêzdar Xalid Ezîzî û nûneratiya dehan part û aliyên siyasî yên Kurdistanî û îranî û bîhanî, û sedan kes ji endam û alîgir û dostên Hizba Dêmokrat, li goristana Pîrlaşêz li Parîsê merasima yadê şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî hat bi rê ve birin.

Nûneratiya hizb û aliyan û kesayetiyan deste Gul li ser mezarê Şehîdan danîn û emegdariya xwe bi rêbaza Qasimlo dane xuyakirin.

Di vê merasimê de çendîn peyam hatne pêşkêşkirin.

Li welatên Alman, Swîd, Norwêj, Otrîşê jî bi beşdariya sedan kes ji endamên Hizbê û Kurdên perçên dinê ye Kurdistanê xwenîşandan hatin li darxistin û merasim bi rê ve çon.

Li welatê Birîtaniya jî bi beşdariya sedan kes ji endamên Hizbê û Kurdên perçên din yên Kurdistanê, xwenîşandanek hat li darxistin û çone ber derê Balyozxanên rêjîma Îranê û welatê Otrîşê. Wan bi hilgirtina plakardan û postêrên taybet bi terora Qasimlo û hevalên wî, terorîzma komara îslamî şermezar kirin û daxwaz ji Otrîşê kirin ku perwenda wê terorê weke û bila dadigeh biryarê bide.

Li wan welatan de beşdaran bi hilgirtina postêrên taybet bi 22 yê Pûşperê, çone ber balyozxana rêjîma terorîste Îslamî û terora navdewletiye rêjîma Îranê şermezar kirin.

Herwisa li gelek cihên dinê jî merasimên bîranîna Şehîd Qasimlo û hevalên wî hatne bi rê ve birin.