Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrêşên Îsraîl bo ser Hemasê li berdewam in

11:15 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Artêşa Îsraîl bi micidî li pey kuştina milîsên ser bi rêjîma Îranê li Lubnaê û Xezê de ye, li vê dawiyê berpirsekî tevgera “Emel” û hejmarek ji berpirsên Hemasê li Xezê kirine armanc.

Roja Şemî 23ê Pûperê Artêşa Îsraîl li êrîşeke esmanî de fermandeyê payebilind ê tevgera “Emel”, kesê sêyem ê vê rêkxirava ser bi rêjîma Îranê yê bi navê “Mûsa Mihemed Silêman” li devera “Xirdelî” li başûrê Lubnanê de bi maşînê ve teqand û kuşt.

Herwisa ragihandinên Îsraîlî jî belav kirine ku sibêdeha roja Şemî 23ê Pûşperê, Artêşa Îsraîl bi armanca kuştina “Mihemed Zeyf û Rafê`i Selame” yên fermandeyên taya leşkerî û hêza Xanyûnis a Hemasê, êrîş kirine ser yekeya niştecîbûna “Elmewasî” li başûrê Xezê.

Hêzên Îsraîlê ragihandine ku hêj xuya nîne ku ew milîsên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin an ne û li benda raporên serast li vê derheqê de ne.

Artêşa Îsraîl bo kuştina wan fermandeyên Hemasê, mifah ji bombên çeperşikên vegirtin eku bikarin li tunelan de wan milsan ji nav bibin.

Li vê derheqê de Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” ragihand ku ti belgeyeke serast heta niha li ber dest nîne ku ew milîsên ser bi rêjîma Îranê hatibine kuştin lê navbirî bi tekezî ragihand ku bi her awayek, em dê tevahiya rêberên Hemasê ji nav bibin.