Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konfederasyon Revenda Kurdistanî bi hilokefta 22ê Pûşperê peyamek belav kir

11:24 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Konfederasyon Revenda Kurdistani bi belaqvkirina peyamekê li 35´e mîn Salvegera Terorkirina “Dr. Abdulrehman Qasimlo” û “Ebdulla Qadirîazer” yada wan bi bilind ragirt.

Deqa peyamê wiha ye:

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

35 sal berê, li paytexta Nemsa li Vîennayê bo çareserkirina pirsa Kurdistanê û avakirina aşîtiyê bi dîplomatên Îranê û bi rêberê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” û kadrê Hizba Dêmokrat “Ebulla Qadirî Azer” de rûniştinek pêk hat. Mixabin armanca Îranê ne pêkanîna aşîtî bû, bi rêya dîplomatên xwe yên terorîst li ser masê aşitiyê, “Dr. Qasimlo” û “Ebdulla Qadirîazer” teror kirin.

Îran, bi terorkirina “Dr. Qasimlo” ve xwest xebat û tekoşîna adaziyê ya gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bitemirîne. Bes weha nebû, doza azadîxwaziyê li Rojhilata kurdistanê, germtir û geştir bû.

Di roja 13 Tîrmehê li çendîn welatên Ewrûpa û Amerîkayê bo şermezarkirina terora Îranê li ser gelê kurd xwepêşandan tên li darxistin. Konfederasyona Revenda Kurdistanî, daxwaz ji hemû Federasyon, Navend û Komeleyên endam dike, bi beşdarî li wan xwepêşandanên şermezarkirina terorên rejîma Îranê bikin.

Konfederasyon Revenda Kurdistanî

11.07.2024