Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerêkayê kompaniyeke madên kîmiyayî ya rêjîmê Îranê li lîstê dorpêçan zêde kir

10:10 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku kompaniyeke lêkolîn a madên kîmiyayî li bajarê Îsfehanê bi tohmeta beşdarîkirin li geşedan bi beranmeya çekên kîmiyayî yên rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê , “Matthew Miller” bi belavkirina daxuyaniyekê li tora civakiya “X” de ragihand ku kompaniya lêkolîn a “Hekîmanê Şerq” li bajarê Îsfehanê, bi tohmeta beşdarîkirin li geşedan bi beranmeya çekên kîmiyayî yên rêjîma Îslamiya Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirine.

Herwisa “Matthew Miller” li vê adxuyaniyê de daye zanîn ku Wezareta Derve ya Amerîkayê dê li sekinîn li hember hemû hewlên rêjîma Îranê bo geşedan û berfirehtirkirina çekên kîmiyayî berdewam be.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye ku Amerîkayê bi caran daxwaz ji rêjîma Îranê kiriye ku digel Konvansiyona Qedexekirin a Geşedan bi çekên Kîmiyayî anku “CWC” hevkariyê bike. Amerîkayê li destpêka heyva June 2014 a Zayînî de ev daxwaza li dawî civîna Şêwreya Birêvebirin a Saziya Qedexekirin a Çekên Kîmiyayî de bas kiriye lê rêjîma Îslamiya Îranê ew daxwaze erê nekir û rastî dorpêçan hat.

Pêka vê daxuyaniyê, rêjîma Îslamiya Îranê ji sala 2018 ve heta niha ti zanyariyek li derheq çalakî û binkeyên pêwendîdar bi berhemanîna çekên kîmiyayî, neragiahndiye û Wezareta Derve ya Amerêkayê Huşdarî daye ku egera vê yekê heye ku ew çek, bi armanca berevanî ji bernameyên alozker ên rêjîma Îslamiya Îranê li bizivandin û demdirêjtirkirina şer û pevçonan li seranserê cîhanê, bêne bikaranîn.