Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Gîlanê de 6 çalakvanên mafê jinan bo girtîgehê hatin veguhastin

10:15 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Şeş çalakvanên mafê jinan bo derbaskirina heyama sizaya sepandî, bo girtîgeha “Lakan” a rêjîmê li vê parêzgehê de hatine veguhastin.

Sibêdeha roja Şemî 23ê Pûşperê 6 çalakvanên mafê jinan ên bi navên “Furûx Semî`iniya, Cilwê Cewahêrî, Nêgîn Rîzayî, Şîwa Şahsiyah û Azadê Çavoşiyan” ku ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Reştê de sizaya girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin, bo girtîgeha “Lakan” a rêjîmê li bajarê “Reşt”ê, hatine veguhastin.

Herwisa li vê rojê de “Metîn Yezdanî” yê çalakvanê mafê jînan jî bo vê girtîgeha rêjîmê hate veguhastin.

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li 25ê Gelawêja sala 1402 a Rojî, 12 çalakvanên mafê jinan û çalakvanên medenî li parêzgeha Gîlanê de binçav kiribûn û ew 6 çalakvanên mafê jinan li bajarên “Reşt, Fûmen, Enzelî û Lahîcan”ê de ji aliyê hêzên hov ên ewlehiya rêjîmê ve hatibûne binçavkirin.

Dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê “Reşt”ê, bi gelemper 60 sal girtîgeh bi ser wan 6 çalakvanên mafê jinan de sepand û dadgeha pêdeçonê ya rêjîmê li wî bajarê de li 8ê Cozerdana 1403 a Rojî, ev sizakirine erê kir.

Ew çalakvanên mafê jinan li heyama binçavkirinê de bi fermana rasterast a binav dadwer “Sultanî” yê dadwerê taya 10 a dadgeha sizakirin a rêjîmê li bajarê Reştê, rastî tundutîjiyên fîzîkî û hundirî yên dijwar hatibûn.