Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li îyaleya “Pennsylvania” ya Amerêkayê kesekî cehda terorkirina Donal Trump dan

11:13 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

“Donald Trump” ê Serkomarê berê yê Amerîkayê, li dema axaftin li kombûnekê de li îyaleta “Pennsylvania” ya Amerîkayê de kevte ber hewleke terorîstî û guhê wî hate birîndarkirin.

Donald Trump ê Serkomarê berê yê Amerîkayê li dema axaftin li kombûna alîgirên xwe de li îyaleta “Pennsylvania” yê de rastî teqekirina kesekî yê bi navê “Tomas Metiyo Kraks” ê temen 20 salî hat û guhê wî birîndar bûye.

Pêka gotina navendên ewlehî yên Amerîkayê û Herwisa polîsê “FBI”ê li encama vê êrîşê de kesê êrîşker û kesekî din hatine kuştin û 2 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne.

“Tomas Metiyo Kraks” piştî teqekirin li Donald Trump, çendîn teqeyên din jî kirine ku piştre ji aliyê hêzên parêzvan ên wir ve hatiye kuştin.

Pêka dawî nûçeyan, Donald Trump piştî veguhastin bo nexweşxanê û çaserseriya birîna guhê vî ji nexweşxaneyê derkevtiye û rewşa tendirustiya wî baş e û ti gefek li ser canê wî nine.