Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Niyozîlendê çend kes û navendên pêwndîdar bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirin

11:34 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Wezareta Derve ya Niyozîlendê ragihand ku 3 kes û 4 kompaniyên girêdayê bi rêjîma Îranê ku li dabînkirina alav û berhemanîna dironan de rol hebûne li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê, zêde kirin.

“Winston Peters”, Wezêrê Derve yê Niyozîlendê li roja Pêncşemî 21ê Pûşperê, bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku ku 3 kes û 4 kompaniyên ser bi rêjîma Îranê ku li dabînkirina alav û berhemanîna dironan de rol hebûne, li lîstê nû yê dorpêçan bo ser rêjîma Îranê, zêde kirin.

Li lîstê vê dorpêçê de navê “Ebas Ebdî Escird” û “Muhsin Wehabzadê Moqedem” ên ji berpirsên kompaniya “Boyan Danişê Şerq” ku li berhemanîn û şandina dironan bo Rûsiyê, rol hebûne li wî lîsteyî de têne dîtin. Herwisa yek ji pisporên payebilind ku yek ji birêveberê berê yê şirketa Şikat Sen`et bûyê yê bi navê  “Îhsan Rahet Werno sifadranî” ku yek ji şirketên ser bi spaha pasdaran a terorîst e, li lîstê dorpêçan zêde kir.

Herwisa “şirketa Pîşeya Motorsaziya Elwend, şirketa Bonyan Danişê Şerq, şirketa Pîşro Sen`et Asman û şirketa Se`id Sazê ya Ferazê Şerîf” bi sedema karkirin li warê çêkirin û şandina dironan li lîstê dorpêçan hatine zêde kirin pêştir jî birêveberê giştî, yê “Se`id Sazê ya Ferazê Şerîf” yê bi navê “Îhsan Îmanînijad” ji aliyê Niyozîlendê ve li lîstê dorpêçan hatibû zêdekirin.