Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Prof. “Hêrîş Emînî” li Amerîkayê koça dawiyê kir

09:42 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2024

Mamostayê zankoyên Amerîkayê û kesayetiya bilind a zanîsta pizîşkî, yê xelkê bajarê “Serdeşt”ê, bi sedema tûşbûn bi nexweşiya Şêrpencê, li Amerîkayê de koça dawiyê kir.

Prof. “Hêrîş Emînî”, ji dayîkbûyê sala 1384 a zayînî li bajarê Serdeştê û yek ji kesayetiyên bilind ê zanîsta pizîşkî û herwisa mamostatyê zanîngehên Amerîkayê, salek berî niha tûşî nexweşiya şêrpencê bibû, li wan çend rojên dawiyê de tevî hemû hewlên pizîşkan, koça dawiyê kir.

Pêka gotina pizîşkan, cura şêrpenceya ku Prof. “Hêriş Emînî” tûş bibû, bi sedemên jênêtîkî nebûye belku bi sedema gaza Xerdel ya li sala 1987 a Zayînî li dema êrîşa kîmiyayî bo ser bajarê Serdeştê de bûye ku piştî derbasbûna salan, şûnwarên vê madeya kîmiya bûye sedem ku şêrpnce li cergê sipî yê Prof. “Hêrîş Emînî” de peyda bibe û zêde bike.

Prof. “Hêrîş Emînî” pileya Duktora li warê petanasî li sala 2017 li zanîngeha “Bazil” a Swîs”ê vergirt û piştî bidestveanîna pileyên serweyî Duktorayê li salên 2018 û 2019 wek profêsorê Mêwan ê zanistî li zanîngeha “Harward”û profêsorê alîkarder û wanebêjê  Zanîngeha “Kopênhag”ê mijûlê lêkolîn û çalakiyên zanistî bû û yek ji mamosteyên zanîngehgeha zanistên Pizîşkî li bajarê “Mount Sinai” ya New Yorkê bû.

Prof, Dr. “Hêriş Emînî” zêdetir ji 60 gotarên zanînstî li navendên bilind ên zanîstî de belav kirine û li sala 2018 de xelata Fîzîk û Kîmiyaya Etomosferîk ji akademiya zanistên Swîsê vergirt û li sala 2020 xelata salê ya “Rosenblatt”ê ku yek ji girîngtirîn xelatên zanîsta pizîşkî li cîhanê ye, wergirt.

Prof. “Hêrîş Emînî” li kîmiyabara bajarê Serdeştê de bavê xwe ji dest dabû û li rojên dawiya jiyana xwe de li ser rûpela xwe ya li tora civakiya “Instagam”ê bi sedema piştevanîkirina xelkê Kurdistanê spasî ji xelkê welatê xwe kiribû.