Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi sedema bikranîna peyva “Şehîd” welatiyek binçav kir

10:40 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Kamêranê ku li rêûresma salvegera koça dawî ya dayîka şehîdekî Kurdistanê de peyva “Şehîd” li pirsenameya xwe de bi kar anîbû, ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve hate binçavkirin.

Pêka rapora Çawnews”ê, li rêûresma salvegera koça dawî ya “Meisûme Durûdî”, dayîka şehîd “Osman Şefî`î”, şehîdê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de welatiyekî xelkê bajarê Kamêran”ê yê bi navê “Feyzullah Şadî” li pirsenameya xwe de peyva “Şehîd” bi kar anîbû ku piştre ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê, bi vê sedemê hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka vê raporê, hêzên îtilaatya rêjîmê bê belgeya yasyî “Fezullah Şadî” binçavkirine  û herwisa Dukana wî jî plomp kirine.

“Feyzulla Şadî” ê temen 47 salî û xelkê gundê Kawane”yê û rûniştiyê bajarê Kamêranê û navbirî, neviyê xwedêjêrazî “Me`isûme Durûdî”, dayîka şehîd “Osman Şefî`î” ye.

Peyva “Şehîd” li nav xelkê Kurdistanê de şan û nirxeke herî bilind heye û bikaranîna vê peyvê, rêzgirtin û şanazîkirin bi wan têkoşeran e ku li pêxema doza azadî û rizgariya Kurdistanê de canê xwe fîda dikin.

Lewma rêjîma Îranê ji bikaranîna navên wiha bi nirx û cihê şanaziyê li civaka Kurdistanê de gelek ditirsin û li ser bikaranîna wan peyvan de gelek hestitar in û bertekên tund ji xwe nîşan didin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zantariyek li derheq cihê ragirtin û qedera wî welatiyê kurd li ber dest nîne.