Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li 6 heyvên destpêkiya sala 2024 de 5 kasibkar û kesên medî kuştine

15:18 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2024

Pêka amarên Kurdpayê, rêjîma Îranê li 6 heyvên destpêkiya sala 2024 a Zayînî de 5 kasibkar û kesên medenî kuştine û 7 jî birîndar kirine.

Pêka Amarên ajansa Kurdpayê, rêjîma Îranê li heyma 6 mehên destpêkiya sala 2024 de 5 kasibkar û kesên medenî kuştine ku bi tevahî xwedî jin û zarok bûne û 7 jî birêndar kirine û 10 ji wan haletên binpêkirina mafê mirov li deverên sînorî yên “Bane, Merîwan, Serdeşt, Şino û Pîranşarê de qewimîne.

Kesên kasibkar ku bi hesp an maşînan kelûpelên li sînoran vediguazin gelek caran bi şik û gumana vê yekê ku alavên qaçax hene li rêyan de rastî teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîmê tên û herwisa kesên medenî bi armanca komkirina giyayên dermanî û herwisa pincarê biharê, serdana bilindahiyan dikin, dikevine ber gulleyên wan hêzan.

Li wan 12 haletên pinbêkirina mafê mirovî, 6 haklet kasibkar bûne ku 4 ji wan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne û herwisa 6 halet jî kesên medenî bûne ku 1 ji wan hatiye kuştin û 5 jî birîndar bûne ku 4 jiwan haletan li deverên sînorî de qewîne û 2 halet jî li parka Rojhilat a Kirmaşanê de qewimîne ku hêzên hov ên rêjîmê bi hêceta vê yekê ku 2 kesan şêrînî li rêûresma Newrozê de belav kirine teqe li wan 2 kesan kirine û ew birîndar kirine.

Kurdpayê ragihandiye ku amara serast ji vê rêjeyê zêdetir e û bi sedema sansora dijwar li Îranê, rêjeya serast a haletên binpêkirina mafê mirovî bi tevahî nehatiye zanîn.