Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha taybet a Olî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, 2 mamostayên olî banghêjkirin

10:54 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2024

2 mamostayên Olî yên xelkê bajarê Serdeştê ku li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de piştevanî li xelkê Kirbûn, ji aliyê dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatine banghêjkirin.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê,  mamosta Dr. “Selam Mehmûdiyan” ê pêşnimêjê gundê “Bêwuran a xwarê” û mamosta “Hesen Xizrî” yê pêşnimêjê gundê “Bêwuran a serî” ser bi bajarê Serdeştê, ku li pêwendî digel piştevaniya wan ji tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, rastî dosyesaziya ewlehî hatine, bo dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê hatine banghêjkirin.

Ew 2 mamostayên olî li pêvajoya serîhildana 1401 a Rojî de û bi sedema piştevanîkirina wan li xelkê, neraziyan, birîndaran û malbatên şehîdan, çendîn caran bo navendên ewlehî yên rêjîmê li bajarê Serdeştê hatibûne banghêjkirin û piştî gefxwarin û givaşxistina navendên ewlehî, rastî dosyesaziya ewlehî-dadwerî li dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine.

Ew 2 mamostayên olî bi pêka belgeya banghêjiyê, divê roja Çarşemî 13ê Pûşperê li dadgeha taybet a olî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de amade bibin.

Herwisa wan 2 mamostayan, heta niha çendîn caran nerizayetiya xwe li hember kuştina kolberan li Kurdistanê, dane xuya.