Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li maşîna êrîşkerê bo ser Donald Trump de madên teqînê peyda kirin

15:30 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2024

Pêka ragihandinên Amerîkayê, hejmarek ji alavên hewce bo berhemanîna bomb li maşîna “Tomas Metiyo Kraks” ê êrîşkerê bo ser Donald Trump de hatine peydakirin.

Pêka rapora Rojnameya  “New York Times”ê 2 bomb li maşîna êrîşkerê bo ser Donald Trump ê bi navê “Tomas Metiyo Kraks” de hatine peydakirin û bombeke din jî li mala wî de hatiye peydakirin û herwisa rojnameya “The Wall Street Journal”ê jî li rapoerke xwe de bas ji bûna bomban kirine û herwisa kanala têlêvîzyoniya “CNN” îşare bi madên teqînê û alavên berhemanîna bomban kiriye.

Pêka rapora “Associated Press”, lêkoler wa hizir dikin ku ev çeka ku bi armanca terorkirina Donald Trump hatiye kirin, ji aliyê bavê “Tomas Metiyo Kraks” ê êrîşker ve hatibe kirin û herwisa 2 berpirsên lêkonînan jî ragihandine ku ew çeke 6 heyv berî niha hatiye kirin.

Tevî ku lêkolînên hûr dest pêkirine û polîsên ewlehî û lêkoler li pey peydakirina belgeyan in, heta niha çendîn cure bas û îdiayên curbicur li vê derheqê de hatine kirin û egera vê yekê heye ku ji welatên dijberî Amerîkayê an taqim û girpên terorîstî ku ji hatineserkar a dubare ya “Donald Trump” bo Serkomariya Amerîkayê ditirsin, rol li vê êrîşê de hebin, lê heta ti belgeyake serast ji pîlana li pişt vê êrîşê bo ser Donald Trump li ber dest nîne lê lêkolîn berdewam in.