Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sizayên nexdî li Îranê bi pêka enfasiyonê, %300 hatine zêdekirin

15:54 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê bi pêka amara ku Banka Navendî li derheq nirxa enfalsiyona 3 salan bo kabîneya rêjîmê şandiye, qasa sizayên nexdî bi vê pêkê 3 qat anku %300 zêde kirin.

Berporsekî wezareta dad a rêjîma Îranê gotiye ku bi pêdeçên û çêkirina nirxa sizayên nexdî û bi berçavgirtina nirxa enflasiyon li 3 salên derbasbûyî de ku banka Navendî bi %300 bo me ragihandiye, sizayên nexdî jî bi vê pêke hatine zêdekirin.

Pêka rapora ku li malpera “Ixtibar” a ser bi rêjîma îslamiya Îranê  de hatiye belavkirinê, şêwaza bilindbona sizayên nexdî bi pêka nirxa enflasiyona ragihandî ji aliyê banka navendî ve bûye.

Kabîneya rêjîmê li 23ê Pûşperê de bi berçavgirtina enflasiyona %300 li navbera salên 1400, 1401 û 1402, de zêdekirina 3 qat a nirxa sizayên nexdî, erê kir.

Hemû îdiayên rêjîmê û amarên banka navendî bi vê yekê bi çewt derketin, li sala 1400 a Rojî de banka navendiya rêjîmê ragihand ku nirxa enfilasiyonê %40.2 e, li sala 1401ê de jî ragihand ku nirxa enflasiyonê %46.5 bûye û li sala 1402ê de belav kir ku nirxa enfasion %52.2 e.

Bi vê pêkê, her salê nirxa enflasiyon %100 zêde bûye û piştî 3 sal gihîştiye %300 ku heta niha rêjîmê bi amar û axaftinên çewt û dirûşmên rengareg, cehd dikirin ku vê yekê perdepoş bikin.