Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê bi dironên çêkiriyê Îranê êrîş kirine ser Îsraîl

01:56 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Artêşa Îsraîl ragihand ku cura dirona ku Hûsiyên yemenê li êrîşa bo ser bajarê Têlavêvê de bi kar aniye, ji cura “Semad-3” a berhema rêjîma Îranê bûye.

Roja Înê 29ê Pûşperê, Berdevkê Artêşa Îsraîl, “Daniyêl Hagarî” li konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku dironên bombrêjkirî ku şeva derbasbûyî êrîş kiribûne ser bajarê Têlavîvê û Hûsiyên Yemenî jî ew êrîşe kêşane stuyê xwe, dironê berhema rêjîma Îranê ya cura “Semad-3” bûne ku bo mewdaya dûrtir hinek destêverdan tê de hatiye kirin.

Pêka rapora “Euro News”ê ew diron li nêzî balyozxaneya Amerîka li bajarê Têlavîvê kevtine xwarê ku li encam de kesekî medenî yê 50 salî hatiye kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Pêka rapora Artêşa Îsraîl, ew dirone ji esmanê deryaya sor ve xwe gihandiye bajarê Têlavîvê.

Herwisa li vê derheqê de “Yûav Galant” ê Wezêrê Berevanî yê Îsraîl, huşdarî daye Hûsiyên Yemenê û rêjîma Îslamiya îranê.

Li halekê de ew dirone ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîlê ve hatiye dîtin, hêj xuya nîne ku bi çi sedemekê ew dirone bi gef nehatite dîtin û nebûye armanc.

Piştî wê êrîşê wezîrê derve yê Îsraîlê daxwaz ji civatgeha cîhanî û welatan kir ku bo pêşîgirtina şerxwaziya rêjîma Îranê dorpêçên felecker bêxne ser rêjîma Îranê.