Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi sedema teqeya hêzên rêjîmê li rewşa Komayê de ye

01:59 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Kolberekî xelkê bajarê Banê ku bi sedema teqeya hêzên hov ên rêjîmê bi dijwarî birîndar bibû, li nexweşxaneya bajarê Sinê de li rewşa komayê de ye û asta hişariya wî %5 hatiye ragihndin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, Rewşa “Rêbwar Reşîdî”, kolberê birîndarbûyî li sînorê Hengejalê, li halekê de ku pêyekî wî hatiye birîn, niha li rewşa komatyê de ye û pizîşkên nexweşxaneyê ragihandine ku asta hişariya wî %5 e.

“Rêbwar Reşîdî” li 17ê Pûşperê de ji aliyê hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê Hengejalê bi awayekî dijwar hate birîndarkirin û hêzên hov ên rêjîmê bê agehdarkirina berê, li nêzîk ve teqe li pê û pişta wî kiribûn ku pêyekî wî li ser çokê re hatiye birîûn û niha pişikên wî jî rastî îltihabatê hatiye û ew xistiye rewşa komayê.

Pêka rapora Kurdpayê, li nexweşxaneya Sinê de derfetê bi ti kesekî nadin ku serdana wî kolberî bike.

Rêbwar Reşîdî bavê zarokekî ye.

Li heyama 6 heyvên despêkiya îsal, 33 kolber ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê li deverên sînorî de hatine kuştin û 254 kolber jî hatine birîndarkirin.