Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê li derheg bernameya navkî huşdarî da rêjîma Îranê

02:01 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Amerîkayê bi awayekî taybet li derheq çalakiyên cihê şik û guman ên bernameya navkî ya rêjîma Îslamiya Îranê, huşdarî da vê rêjîmê .

Pêka raporeke malpera “Aksiyûs” ku li roja 27ê Pûşperê belav bûye, 3 berpirsên Amerîkayî û Îsraîlî gotine ku Amerîkayê li heyva derbasbûyî de li peyameke taybet bi rêjîma Îranê, li derheq çalakiyên lêkolîn û geşedan bi bernameya navkî yên cihê şik û guman, huşdariyeke micid daye rêjîma Îranê.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku rêjîma Îslamiya Îranê renge ji wan lêkolîn û geşedanên navkî, bo berhemanîna çeka navkî mifahê verbigre.

Tevî hemû înkar û şanoyên rêjîma Îranê bo perdepoşkirina bernameyên xwe ya navkî, vê rêjîmê kariye heta asteke zêde pîlanên xwe yên metisîdar bo berhemanîna çeka navkî, ku gef li ser ewlehiya cîhanê ye, bi awayekî veşartî û dûr ji kamêrayên çavdêrî yên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, bi rê ve bibe.

Herwisa vê rêjîmê li bêdengiyeke tevav de çendîn sal e ku bernameya çekên xwe yên kîmiyayî, bê dana ti raporekê bi Konvansiyona Qedekirina Çekên Kîmiyayî, berdewam kiriye.

Li dawî raporan de hatiye ku gorî zaniyariyan rêjîma Îranê bi awayekê bernama Navokî ya xwe pêşxistiye ku egera hindê heye hefteyeke din bikare bigehe wê astê ku çeka navokî berhem bîne.