Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran bo rojnamevanan bûye dozex

02:03 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Rêjîma Îranê li tepeserkirina sîstematîk a rojnamevan li heyama 6 heyvan de zêdetir ji 34 rojnamevan û çakalvanên warê ragihandinê binçavkirine an sizayên sepandî bi ser wan de cîbicê kirine.

Pêka rapora “Saziya Berevanî ji Azadiya Ragihndinê” rêjîma Îranê bi awayê sîstematî li 6 heyvên destpêkiya sala 2024 a Zayînî de bi awayekî armancdar û berdewam, tepeserkirina ragihandin û rojnamevan li Îranê berdewam kiriye,

Pêka vê raporê, li heyama wan 6 heyvan de 126 dosye li dîjî rojnamevan û ragihandinan hatine çêkirin û 181 ragihandin, rojnamevan û çalakvanên warê ragihandinê rastî lêpisrsîn li dadgehên rêjîmê û navendên ewlehî hatine.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê hevdem digel tepeserkirina rojnamevan û ragihandinan, nûçe û raporên çewt û xapîner bi armanca ji rêdersitina raya giştî, bi rê ve dibe ku bikare bi awayekê rêgiriyê ji belavbûna fermî ya rastiyan bike.

Bi wî awayî Îran bo rojnamevan û ragihandinên azad, bûye dozexeke dijwar û metirsîdar.