Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Ewropayê 4 kes bi tohmeta şandina alavên dironan bo Hizbullahê hatine girtin

02:08 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Polîsê Îspaniyayê 3 kes û polîsê Alman kesek, bi tohmeta şandina alavên dironan bo Hizbullha Lubnanê, li welatê xwe de binçav kirin.

Pêka raporekê ku nûçegihaniyeke Îspaniyayê belav bûye, roja Pênceşemî 28ê Pûşperê, 3 kes ji xelkê Îspaniyayê bi tohmeta dabînkirin û şandina alavên dironan bo Hizbullaha Lubnanê, hatine girtinê.

Herwisa li roja Dûşemî ya heftiya derbasbûyî de jî Poîlsê Alman ragihandibû ku kesek bi vê tohmetê binçav kiriye.

Pêka rapora “Reuters”ê ew binçavgirinane beşek ji lêkolînên polîsê Îspaniyayê bûye ku mijîlê lêkolîn bo  peydakirina kompaniyeke Îspaniyayê bûne ku ticareta wan alavên hewce bo berhemanîna dironan kirine û ew alav bi taybet bo berhemanîna dironên leşkerî bi kar hatine.

Herwisa polîsê Îspaniyayê ragihandiye ku ew kompaniye ji aliyê wan kesan ve bi rê ve diço ku jidayîkbûyê Lubnanê ne û bi taybetî beşek ji alavên wan cure dironan dabînkirine ku şiyana hilgirtina çekan hebûne.

Berpirsên Îspaniyayê li vê derheqê de ragihandine ku paşmavên wan alavên dironên ku li Îspaniya û Alman bo hizbullaha Lubnanê hatine şandin, yek cur bûne.