Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeya Eynulesed a cihê mana hêzên Amerîkayê li Îraqê , bû armanca dironan

02:10 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

binkeya esmaniya Eynulesed ku cihê mana hêzên Amerîka li rojavayê Îraqê de ye, bû armanca 2 dironan ku yek ji wan hate teqandin, lê dironek bi vê binkeyê kevt û xisarên malî li pey xwe anîn.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku roja Înê 29ê Pûşperê, binkeya leşkerî ya “Eynulesed” ku cihê mana hêzên Amerîkayê li rojavayê Îraqê ye, kevtiye ber êrîşa dironî û dironek li nav vê binkeyê kevtiye xwarê ku xisarên malî li pey xwe aniye û dironek jî berî gihîştin bi vê binkeyê,hate teqandin.

Pêka raporên belavbûyî ji aliyê rgihandinên Îraqê, girûpeke tundajo ya “Ketayîb Hizbullahê” ew êrîşe girtiye stuyê xwe.

Milîsên ser bi rêjîma Îranê li Rojhilata Navîn, piştî şerê Xezê êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkayê zêde kiribûn ku piştî berteka Amerîkayê û kuştina çendîn berpirsên wan taqimên ser bi rêjîma terorîstperwera Îranê, ew êrîş bi tevahî hatibûne sekinandin, lê li vê dawiyê de careke din wan milîsên ser bi rêjîma Îranê dest bi êrîşkirinên xwe kirine.

Wî berdevkê “Pentagon”ê li derheq şêwaza bersivdan bi wan êrîşan, ti zanyariyek belav nekiriye, lê egera vê yekê heye ku berteka Amerîkayê vê carê dijwartir ji berê be.