Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê li bajarê Serawanê kevtine ber êrîsa hêzên Ceyşuledil

02:14 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li encama êrîşa hêzên Ceyşuledilê li bajarê Serwamê, çend kes ji hêzên hov ên rêjîmê hatine kuştin û birîndarkirin, Ceyşuledilê ragihandiye ku sizakirina kesên xwecihî yên ser bi rêjîmê dest pêkiriye.

Roja Înê 29ê Pûşperê, polîsekî rêjîmê yê bi navê “Mehmûd Moteherî” ê xelkê bajarê Zabol”ê li encama êrîşa hêzên Cêyşuledil li taxa “Sobhan” a bajarê Serwanê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de hate kuştin û çend kesên din ji hêza întizamiya rêjîmê jî birîndar bûne.

Pêka daxuyaniya Ceyşuledilê, armanca binhgehîn a vê êrîşê bi kirêgirtiyekî xwecihî yê ser bi rêjîmê bi navê “Oreng Sûrîzihî” bûye ku li vê êrîşê de bi sivikî hatiye birêndarkirin.

Herwisa Ceyşuledilê ragihyandiye ku êw cure êrîşane dê bo heyamekê berdewam bin û armanca vê rêkxiravê, jinavbirîna wan astengî û lemperan e ku dezgehên ewlehî yên rêjîma Îranê bi rêya bi kirêkgirtiyên xwecihî li ser rêya geşedan û berfirehtirkirina tevgera Belûçistanê danîne û ew kesên bi kirêgirtî, bi rêya sîxurîkirinê xizmet bi vê siyaseta rêjîmê dikin.