Piştî binçavkirina hovane û dûr ji mirovahiya malbata şehîd “Mihemed Hesenzade”, xwîşka wî şehîdî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê û bavê wî şehîdî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hatine veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, piştî binçavkirina “Ehmed Hesenzade” yê bavê şehîd “Mihemed Hesenzade” û xwîşka vî şehîdî ya bi navê “Solmaz Mihemedî” ji aliyê hêzên hov û dije mirovahî yên îtilaata rêjma Îranê li bajarê Bokanê, bavê wî şehîdî bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Bokanê hate veguhastin û pîka hinek çavkaniyan bi danîna barimteya 4 milyard Tumenî bi awayê demkî hatiye azaskirin.
Herwisa pêka wan raporan “Solmaz Mihemedzade” jî bo benda jinan a girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirinan vê malbatê, bi awayekî hovane ew kutabûn û bêrêzî bi wan kiribûn û heta dema êrîşkirin bo ser mala wan welatiyan, ti belgeyeke yasayî jî nebûne.
Şehîd Mihemed Hesenzade li 25ê Xexelwera 1401 a Rojî li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê rêjîma Îranê ve li bajarê Bokanê, hate şehîdkirin.