Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan Sinatorên Amerîkayê daxwaza dawîanîna pêkhatina Co Baydên digel rêjîma Îranê kirin

11:54 - 3 Tebax 2024

48 Sinatorên Komarîxwaz ên Amerîkayê, bi derengkevtin a şandina cebilxane bo Îsraîlê rexne kirin û daxwaza dawîhatin bi nermî nîşandana kabîneya “Co Baydên” digel rêjîma Îslamiya Îranê kirin.

48 Sinatorên Komarîxwaz ên Meclîsa Sena ya Amerîkayê bi şandina nivîseke hevpar bo Co Baydên ê Serkomarê Amerîkayê, rêjîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê bi bikujê 12 zarokên Îsraîlî binav kirin û bi derngxistin a şandina cebilxanê bo Îsraîl rexne kirin û ragihandin ku ew yeka dê bibe sedema bêhêziya ewlehî ya Îsraîl.

Herwisa li vê nivîsê de hatiye ku Co Baydên biryara dawî ya Kongireya Amerîka bo piştevanî li Îsraîl, binpê kiriye û tevî îşare bi êrîşên Hizbullah, Husiyên Yemenê û Hemasê, daxwaza şandina lezgîn a çek û cebilxanê bo Îsraîlê kirin.

Wan sinatorên Amerîkayê li dawiya nivîsa xwe de bo Co Baydên daxwaz kirine ku dawî bi nermî nîşandana li hember rêjîma Îslamiya Îranê û milîsên terorîst ên ser bi vê rêjîmê bîne.

“Rabêrt Vûd” ê nûnerê Amerîka li rêkxistina Netetwên Yekgirtî de bi tekezî daxwza pêregihîştina Şêwreya Ewlehî ya vê saziyê bi dosyeya terorîszma rêjîma Îslamiya Îranê kir û ragihand ku ew rêjîme bilî Hizbullahê, piştevaniya Hûsiyên Yemenê û girûpên terorîstî li Sûriye, Lubnan û Îraqê de dike û çek û cebilxanê bo wan dişîne û êrîşên rêjîma Îranê û hevalbendên vê rêjîmê, bi caran Amerîka bi şerekî deverî nêzîk kiriye.