(PÎROZBAHÎ)
Birayê hêja: Mistefa Hicrî (Berpirsê Giştî yê Navenda birêveberî).
Berêzan: Endamên Navenda Rêberiya (Partiya Demoqrata Kurdistanî Îran).
Silav û rêz ji bo we tevan:
Bi helkefta (79)‘mîn, salvegera dameziriandina partiya we ya xebatker (Partiya Demoqrata Kurdistanî Îran), em bi navê Deftera Siyasî ya partiya xwe (Partiya Demoqrata Pêşvero ya Kurdî li Sûriya), û bi navê hemî heval û dost û alîgirên xwê em we û heval û dostên partiya we ya bira tevan pîroz dikin, û hêviya serkeftinê ji xebata we ya rewa re dixwazin ji bo bi destxistina mafê miletê kurd li Rojhilata kurdistan.
Em îro vê bîranînê li we pîroz dikin di demekê de ku xweşbextane we bi serkeftî yekrêziya partiya xwe parast, û rêzên xwe kirin yek, ji ber ku yekrêziya we baştrîn çeke li dijî vê rêjîma kevneperest û hov, û ji bo bidestxistina mafê miletê kurd li rojhilata kurdistan.
Her wiha, di dema ku em şanaziyê dikin bi wan pêwendiyên dîrokî di navbera herdû partiyên me yên birade, em dûpat û tekeze jî dikin li ser xurtkirin û kûrkirina van pêwendiyan di xizmeta miletê me û pirsa wî ya netewî de.
Her bijîn..
Qamişlo : 16.8.2024
Mekteba Siyasî
ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya